Rayedarekî yemenî ji pêvajoya dan û istandina dîlan rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i320652-rayedarekî_yemenî_ji_pêvajoya_dan_û_istandina_dîlan_rexne_kir
Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê ji tevgerên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di warê dan û istandina hêsîran rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2020 04:58 Asia/Tehran
  • Rayedarekî yemenî ji pêvajoya dan û istandina dîlan rexne kir

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê ji tevgerên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî di warê dan û istandina hêsîran rexne kir.

Li gorî rapora kanala Meyadînê, Muhemed Elî Husî, Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê Çarşemiyê bi şev bi gotina vêya ku Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ji dan û istandina vê dawiyê ya hêsîran nerazî ye, got: Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê pêşniyara danûstandina giştalî dabû dewleta istîfakirî ya Ebde Rebbe Mensûr Hadî, lê welatên destdirêjker ew red kiribûn.

Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê tevî amajeya bi hebûna hêsîrên siûdî û welatiyên welatên din li zîndanên Yemenê hêvîdarî kir ku di qonaxa din a danûstandina hêsîran, filistîniyên ku di zîndanên Erebistanê da ne bên berçavgirtin.