Erîqat: Amerîka li dû pêkanîna NATO'ya erebî-israîlî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i319558-erîqat_amerîka_li_dû_pêkanîna_nato'ya_erebî_israîlî_ye
Sêkrêtirê Komîteya Cihanînê ya Rêxistina Rizgarker a Filistînê got: Amerîka li dû pêkanîna NATO'ya erebî-israîlî li navçeyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2020 08:04 Asia/Tehran
  • Erîqat: Amerîka li dû pêkanîna NATO'ya erebî-israîlî ye

Sêkrêtirê Komîteya Cihanînê ya Rêxistina Rizgarker a Filistînê got: Amerîka li dû pêkanîna NATO'ya erebî-israîlî li navçeyê ye.

Li gorî rapora CNN'ê, Saib Erîqat, Sêkrêtirê Komîteya Cihanînê ya Rêxistina Rizgarker a Filistînê he rwiha got: Lihevkirina Imarat û Behreynê digel Rêjîma Siyonîst, aştî di berdêla piştgiriyê ye, di haalekî da ku pergala ewlehiyê ya welatên erebî nikare pişta xwe bide Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê.

Erîqat bi gotina vêya ku Cirad Koşnêr, Şêwirmend û zavayê Trumpê serokomarê Amerîkayê kariye bi teoriya pêkanîna NATO'ya erebî-israîlî welatên erebî jibo pêwendiya digel Israîlê han bide, destnîşan kir: Bêyî zuhakirina golegeniya dagîrkeriya Israîlê û serxwebûna welatê Filistînê, tu aramî û ewlehiyek dê li navçeyê pêk neyê.