El-Bexîtî: Bila Erebistan derfeta agirbesê bi kar bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i308484-el_bexîtî_bila_erebistan_derfeta_agirbesê_bi_kar_bîne
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bi raghandina agirbesê ji hevalbendiya destdirêjkir a siûdî xwest ku şêr rawestîne û teqez kir: Bila Erebistanê derfeta agirbesê bi kar bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2019 12:31 Asia/Tehran
  • El-Bexîtî: Bila Erebistan derfeta agirbesê bi kar bîne

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê bi raghandina agirbesê ji hevalbendiya destdirêjkir a siûdî xwest ku şêr rawestîne û teqez kir: Bila Erebistanê derfeta agirbesê bi kar bîne.

 Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê Muhemed El-Bexîtî  got: Piştî ku qawet û hêza eskerî ya Yemenê ji hemî cîhanê re hat selmandin û gelek xisaret li destdirêjkiran ket, niha Yemen ji destdirêjkiran dixweze ku şêr rawestînin û agirbesê cih bînin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku rawestandina şêr dê ser qezanca giştan be û heta zêde ji Yemenê dê ser qezanca Erebistana siûdî be û teqez kir: Ger Erebistan bersiveka guncav nede hewla Yemenê ya agirbesê û bixweze dewamê bide destdirêjiya xwe, wê demê dê biryareke din bide.

Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê Mehdî El-Moşat, jî raghand: Yemen li bendê ye Erebistan jî hema vê kiryarê derheq rawestandina hemî şiklên êrişa hewayî û bejahiyê bike.

Serokê Civata Bilind a Siyasî ya Yemenê teqez kir: Ger Erebistan destdirêjiya xwe bidomîne,Yemen jî mafê xwe dizane bersiva wan bide.