Ji ber êrîşa asimanî ya Rejîma Siyonîst ser Xezeyê 17 kes şehîd û birîndar bûn
Tebax 05, 2022 21:53 Asia/Tehran
Çavkaniyên filistînî ragihand, ji ber êrîşa asimanî ya Rejîma Siyonîst li ser Zîvala Xezeyê 2 filistînî şehîd û 15 kes birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa Şehabê, Di êrîşa asimanî ya Rejîma Siyonîst a bi navê Sibeha Sadiq li ser Zîvala Xezeyê da 2 filistînî şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên filistînî jî ragihand ku ji ber êrîşa balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst li ser Zîvala Xezeyê, Tîsîr Ce'berî fermandarê navçeya bakûr li Seraya El-Qudsê şehîd bûye.
Di rapora ajansa Şehabê da hatiye, daagirkerên Qudsê malek li birca Filistînê li kolana El-Şuhedayê li rojavayê bajarê Xezeyê krine armanc.