Li Cîhanê roj bi roj hejmara kesên bi Koronayê dimirin zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/nûçeyê-i315731-li_cîhanê_roj_bi_roj_hejmara_kesên_bi_koronayê_dimirin_zêde_dibe
Li hemû cîhanê zêdetirî 4 milyon û 181 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Herwiha zêdetirî 283 hezar kes jî mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2020 16:04 Asia/Tehran
  • Li Cîhanê roj bi roj hejmara kesên bi Koronayê dimirin zêde dibe

Li hemû cîhanê zêdetirî 4 milyon û 181 hezar kes bi vîrûsa Koronayê ketine. Herwiha zêdetirî 283 hezar kes jî mirine.

Roj bi roj hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe. Li gorî daneyên dawî heya niha 283 hezar û 877 kes li seranserê cîhanê bi Koronayê mirine.

Hejmara kesên bi vîrûsa koronayê jî ketine gihîşt 4 milyon û 181 hezar û 221 kesan. Ev hejmar her saet zêde dibe.

Heya niha li seranserê cîhanê milyonek û 493 hezar û 500 kesên ku bi Koronayê jî ketibûn baş bûne.