PKK ji navçeya sînorî li bakurê Iraqê paşde vekişya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i357109-pkk_ji_navçeya_sînorî_li_bakurê_iraqê_paşde_vekişya
PKK ragihand ku hêzên wê ji navçeya sînorî ya Zapê li bakurê Iraqê dreketine.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tesrîn 17, 2025 16:22 Asia/Tehran
  • PKK ji navçeya sînorî li bakurê Iraqê paşde vekişya

PKK ragihand ku hêzên wê ji navçeya sînorî ya Zapê li bakurê Iraqê dreketine.

PKKê her wiha ragihand ku ew ji herêma Zapê li sînorên Tirkiyê ku xetera derketina pevçûnê li wir hebû paşde vekişyaye.

PKK ragihand ku ev derketina ji navçeya Zapê gaveke girîng a di pratîkê de bona pêşvebirin û serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk  e ku ji hêla rêberê girtî yê PKKê, Ebdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û cardinê pabendbûna me bi vê pêvajoyê re nîşan dide.

Di encama pevçûnên di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de zêdetirî 40 hezar kes hatine kuştin.