Daxuyaniya Sipahê Pasdaran li bara mûşekbarana pêgeha komên terorîst li navçê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i346010-daxuyaniya_sipahê_pasdaran_li_bara_mûşekbarana_pêgeha_komên_terorîst_li_navçê
Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî sibeha sêşemiyê bi weşandina 3 daxuyaniyên cida basa rûxandina pêgehên sîxurî û kombûna komên terorîstên dijî Îranê li hin pişkên navçê bi mûşekên Balistîk kir.
(last modified 2024-08-13T09:59:24+00:00 )
Çile 16, 2024 04:56 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Sipahê Pasdaran li bara mûşekbarana pêgeha komên terorîst li navçê

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî sibeha sêşemiyê bi weşandina 3 daxuyaniyên cida basa rûxandina pêgehên sîxurî û kombûna komên terorîstên dijî Îranê li hin pişkên navçê bi mûşekên Balistîk kir.

Di daxuyaniya hejmara 1`ê ya Sipahê Pasdarên Înqilqaba Îslamî da hatiye, wek bersiva li hember cinayetên vê dawiyê yên dijminên Îrana Îslamî, pêgehên sîxurî û kombûna komên terorîstên dijî Îranê li hin cihên navçê ketine ber mûşekên balistîk ên Sipahê û hatine rûxandin.

Di daxuyaniya duyem a Sipahê da jî hatiye, wek bersiva li hember cinayeta vê dawiyê ya komên terorîst li Kirman û Raskê, cihê kombûna fermande û endamên sereke têkildarî operasyonên terorîrstî yên vê dawiyê bi taybet DAIŞ`ê, li erdên dagirbûyî yên Sûriyê hatin nasîn û bi avêtina hin mûşekên Balistîk hatin rûxandin û Sipahê Pasdaran a Înqilaba Îslamî xelkê mezin ê Îranê dilniya dike komên terorîstên dijî Îranê li her dera ku hebin peyda bike û wê wan ceza bike. 

Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, herwiha di daxuyaniya xwe ya hejmara 3`ê da ragihandiye, wek bersiva li hember şerûtiyên vê dawiyê yên rejîma Siyonîst yên şehîdkirina  fermandeyên Sipahê û bereya Berxwedanê, bi serdestiya istixbaratî ya ser pêgeh û liv û tevgerên vê rejîmê li navçê, bi avêtina mûşekên Balistîk, pêgeheke sereke ya sîxuriyê ya Rejîma Siyonîst (MUSAD) li Herêma Kurdistana Iraqê kiriye hedef û rûxandiye. Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye, ev pêgeha navenda berfirehkirina operasyona sîxuriyê û amadekirina karên terorîstî li navçê bi taybet li Îranê bûye.