Elî Bapîr: "Îhtimala rewşa xirabtir li Herêma Kurdistanê heye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i343507-elî_bapîr_Îhtimala_rewşa_xirabtir_li_herêma_kurdistanê_heye
Sekreterê Giştî yê Komeleya Edaletê ya Kurdistana Iraqê ragihand, Tiştê ku niha li Herêma Kurdistana Iraqê diqewime ji ber kiryarên PDK û YNK'yê ye û îhtimal heye rewş xirabtir jî bibe.
(last modified 2023-09-10T01:21:43+00:00 )
Îlon 10, 2023 04:49 Asia/Tehran
  • Elî Bapîr:

Sekreterê Giştî yê Komeleya Edaletê ya Kurdistana Iraqê ragihand, Tiştê ku niha li Herêma Kurdistana Iraqê diqewime ji ber kiryarên PDK û YNK'yê ye û îhtimal heye rewş xirabtir jî bibe.

Elî Bapîr Sekreterê Giştî yê Komeleya Edaletê ya Kurdistana Iraqê tevî hilêxistina daxwazekê ji du partiyên PDK û YNK'yê, got: Îhtimal heye rewş wisa nemîne û hîn xirabtir jî bibe, ji ber ku piştî derbasbûna nêzikî 33 salan, xelk hîn jî tûşî gellek pirsgirêkan ji wan ên aborî ne.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Edaletê ya Kurdistana Iraqê got: Pirsgirêkên gel xasma di warê nebûna meaş û derhatên seretayî gellekî giran in, helbet pirsgirêkine mezintir jî hene; rewşek pêk anîne ku bûye sebeba lawazbûna baweriyê û reftarên saxlem ên malbatan sist bûne. Hilweşiyana malbatê roja îro bûye pirsgirêkeke mezintir û bêşik hakimên niha yên Herêma Kurdistanê sebebkarên vê rewşê ne.