Dawîbûna nakokiyên siyasî di navbera Bexda-Hewlêrê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i343384-dawîbûna_nakokiyên_siyasî_di_navbera_bexda_hewlêrê_de
Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlemana Iraqê ragihand: Nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi dawî bûne û tenê pirsgirêkên teknîkî mane û derbarê wan de rawêjkarî tên kirin.
(last modified 2023-09-03T01:09:26+00:00 )
Îlon 03, 2023 04:26 Asia/Tehran
  • Dawîbûna nakokiyên siyasî di navbera Bexda-Hewlêrê de

Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlemana Iraqê ragihand: Nakokiyên siyasî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi dawî bûne û tenê pirsgirêkên teknîkî mane û derbarê wan de rawêjkarî tên kirin.

 

Xerîb Ehmed, Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li parlemana Iraqê, amajeyî astengiyên ser rêya Bexdayê bo dayîna krêdîtên  darayî  bo hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kir û li ser îhtimala dayîna deynê ji aliyê Bexdayê bo Hewlêrê bona dayîna mûçeyê du mehên karmendên herêmê agahî da û got: Nakokiyên siyasî di navbera Bexda û Hewlêrê de bi dawî bûne û tenê pirsgirêkên teknîkî mane û şandeke kurd ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mayî têkildarî berhemên neniftê  niha li Bexdayê ye.

Wî her wiha got: Di vê heyamê da çendîn civîn di navbera Bexda û Hewlêrê da hatine lidarxistin û bê şik dê hemû kêşeyên mayî bên çareserkirin û çavrêtî heye ku hikûmeta federal di rojên bê de mûçeya kedkarên hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê  yên Tîrmeh û Tebaxê bide Hewlêrê.