Çile 16, 2022 13:12 Asia/Tehran
  • Ji ber ketina berfê riya Gomespan-Sefîn ya Hewlêrê hat girtin

Rêveberiya tirafîka Hewlêrê ragehand, ji ber ketina berfa giran riya devera Gomespan ya parêzgeha Hewlêrê hatiye girtin.

Rêveberiya tirafîka Hewlêrê ragehandiye, ji ber ketina berfeke giran riya derbenda Gomespan-Çiyayê Sefîn li parêzgeha Hewlêrê hatiye girtin.

Tirafîka Hewlêrê hişyarî daye û ragehandiye, ew kesên ku dixwazin derkevin derveyî bajêr bila bi tedbîr bibin, lê baştir eva ye ku li şûna wê riyê, ew riya Hewlêr-Şeqlawe-Hîranê bikar bînin.

Serepeyv