'Mesrûr Barzanî dewleta Herêma Kurdistanê kiriye rêxistineke serkutker"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i320331-'mesrûr_barzanî_dewleta_herêma_kurdistanê_kiriye_rêxistineke_serkutker
Endameke Fraksiyona Nifşa Nû li Parlimana Iraqê, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku dewleta Herêmê veguherandine rêxistineke serkutker.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2020 05:48 Asia/Tehran
  • 'Mesrûr Barzanî dewleta Herêma Kurdistanê kiriye rêxistineke serkutker

Endameke Fraksiyona Nifşa Nû li Parlimana Iraqê, Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) û Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tawanbar kir ku dewleta Herêmê veguherandine rêxistineke serkutker.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê El-melûmeyê, Yesra Receb, Endameke Fraksiyona Nifşa Nû li Parlimana Iraqê got: Hêzên nasyar bi "Asayîşê" li Herêma Kurdistanê parêzvanekî min revandine û heta niha tu haya me ji wî tune.

Recebê got: Dewleta Herêma Kurdistanê, nemaze beşa bin kontrola Mesrûr Barzanîyê serokwezîr û Partiya Dêmokrat (Partî) hewil didin dewletê veguherînin rêxistineke serkutker.

Endameke Fraksiyona Nifşa Nû li Parlimana Iraqê got: Li Hewlêr û Dihokê nahêlin ku tu dengek ji dijberan were bihîstin û kesên çalak bi rêbazên cûrbecûr tên jinavbirin û her welatiyek ku heta li nav torên civakî ji dewletê rexne bike û daxwaza baştirbûna rewşa jiyana gel be, dê bilez were girtinê.