Li Herêma Kurdistanê 597 kesên din jî bi koronayê ketin
Îlon 15, 2020 18:14 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 597 kes bi vîrûsa koronayê ketine û bi giştî heya niha 37907 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand; 27 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku heya niha can dane gihêştiye 1391 kesan.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 281 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne û bi giştî hejmara nexweşên baş bûne niha gihêştiye 24027 kesan.