Berpirsê Kanala rexnekir a NRT'yê li Herêma Kurdistanê hat girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319218-berpirsê_kanala_rexnekir_a_nrt'yê_li_herêma_kurdistanê_hat_girtin
Berpirsê kanala NRT wek medyayeke rexnekir li Herêma Kurdistanê li pey gilîkirina endamekî Konseya Serokatiya YNKê hat girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2020 05:45 Asia/Tehran
  • Berpirsê Kanala rexnekir a NRT'yê li Herêma Kurdistanê hat girtin

Berpirsê kanala NRT wek medyayeke rexnekir li Herêma Kurdistanê li pey gilîkirina endamekî Konseya Serokatiya YNKê hat girtin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera Xendanê ragihand ku Şivan Adil berpirsê Televîziyona NRT'yê ku ji medyayên rexnekirê Heerêma Kurdistanê tê zanîn, ji aliyê Polîsê Silêmaniyê va hatiye girtin.

Di Tîrmehê da jî ofîsên NRTyê li Hewlêr û Dihokê piştî xwenîşandanên gelanî li hin navçeyên Heerêma Kurdistanê hatibûn girêdan û nûçegihanên vê kanalê ji çalakiyên medyayî li van du parêzgeha hatibûn qedexekirin.