Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315753-balafirên_şer_herêma_biradostê_bombebaran_kirin
Duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirkiyê devera Biradostê ya Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2020 09:25 Asia/Tehran
  • Balafirên şer herêma Biradostê bombebaran kirin

Duh bi şev balafirên şer yên dewleta Tirkiyê devera Biradostê ya Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, balafirên Artêşa Tirkiyê ya desdirêjkar herêma Xakurk û Geliyê Mixaryan ya ser bi Herêma Biradostê bi dijwarî bombebaran kirine.

Li gorî agahiyan ziyanek mezin gihiştiye bax û baxçeyê gundiyan. Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de tiştek bi kesê hatiye yan na.

Di encama êrişên hewayî û bejahî yên artêşa Tirkiyê de li bakura Iraqê bi piranî xelkê sivîl dibin gorî.