Perwerdehiya bilind; Xwendina îsal jidest nadin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315584-perwerdehiya_bilind_xwendina_îsal_jidest_nadin
Wezîrê Perwerdehiya bilind ê Herêma Kurdistanê di rûniştina parlemana vê herêmê de ragihand; Emê Perwerdehiya bilind a îsal jidest nadin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2020 18:00 Asia/Tehran
  • Perwerdehiya bilind; Xwendina îsal jidest nadin

Wezîrê Perwerdehiya bilind ê Herêma Kurdistanê di rûniştina parlemana vê herêmê de ragihand; Emê Perwerdehiya bilind a îsal jidest nadin.

Li gorî rapora PUK Media'yê,  Derbarê rewşa xwendin ku ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê hatibû rawestandin, Wezîrê Perwerdehiya bilind ê Herêma Kurdistanê ragihand ku tenê 6 heft xwendin ji dest çuye û wê were tijîkirin.

Îro roja çarşemê 6-5-2020`an li bajarê Hewlêrê di rûniştina Parlemana Herêma Kurdistanê de ku Wezîrê Perwerdehiya bilind Aram Mihemed jî amade bûbû di bersiva xwe ji parlementeran de got ku tenê 6 hefte ji pêvajoya perwerdehiyê hatiye jidestdan ku em dikanin wan 6 hefteyan vegerînin û tijî dikin û eger em neçar bin emê demên xwendinê zêde bikin.Di heman mijarê de, komîteya perwerdeya bilind a parlemana Herêma Kurdistanê jî daxwaz dike ku roja 16-5-2020`an proseya xwendinê dest pê bike.