Gotûbêjên desteya Herêma Kurdistanê li Bexdayê erênî ne
Wezîrê Darayiyê yê dewleta navendî ya Iraqê ragihand ku civîn û hevdîtinên desteya gotûbêjker a Herêma Kurdistanê û rayedarên dewleta navendî erênî bûne.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera Xelk'ê, Desteya Gotûbêjker a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî serokwezîrê Herêmê ku ji roja Çarşemiyê va jibo gotûbêja bi rayedarên dewleta Navendî ya Iraqê derbarê petrolê û pişka Herêmê ji Bûceyê çûye Bexdayê, roja Pêncşemiyê 30ê Nîsanê civînek digel Fuad Hisên wezîrê Kurd ê Darayiya Iraqê pêk anî.
Fuad Hisên endamê bilind ê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê hevdîtin û gotûbêjên pêkhatî navebra Desteya Gotûbêjker a Herêma Kurdistanê û rayedarên dewleta Navendî ya Iraqê erênî nirxand û hêvîdarî kir ku ev hevdîtin li gorî dilê her du aliyan bin.