Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: Li Hewlêrê 8 kesên din bi vîrûsê ketin
Nîsan 30, 2020 21:03 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistana Iraqê, bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir li Hewlêrê 8 kes bi virûsê ketine, ji wana 7 kes xelkê Hewlêrê ne, yek jî xelkê navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ye.
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyek nivîskî ragihand li Hewlêrê 8 kes bi virûsa Koronayê ketine, ji wana 7 kes runiştiyên taxa Sêtaqan a Hewlêrê ne. Her wiha yê din ciwanek temen 19 salî ye û xelkê navça Soran a ser bi Hewlêrê ye.
Heya niha li Herêma Kurdistanê 375 kes bi virûsê ketine, 325 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.