Li Hewlêrê 5 pêketiyên din ên koronayê hatin tomar kirin
Nîsan 30, 2020 11:30 Asia/Tehran
Di berdewama test û kontrolên gumankiriyên vîrusa korona de 5 pêketiyên din ên vîrusa Korona ya nû Covid -19 li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşan kirin.
Pêketiyên hanê zilamekî temen 49 salî û jineke 23 salî û keçeke ciwan a 14 salî li taxa 26ê Gulanê ya qeza Soranê ne û pêketiyên çarem jî zilamekî 67 salî ye li Nahyeya Simîlan û pêketiyê pêncem jî ciwanekî temen 18 salî yê Telar City a nahyeya Kesnezane li heman wê malbata pêketî ya berî naha ye û ji malbata xwe vîrus vergirtiye.