Şandeya herêmê li gel Mihemed Helbûsî civiya
Nîsan 30, 2020 04:43 Asia/Tehran
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li gel Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî civiya. Piştî civînê hate ragihandin her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikirbûn.
Hevdîtinên Şandeya Hikûmeta Herêmê li Bexdayê berdewamin. Şandeya ku dibin serokatiya Qubad Talebanî de ji duh ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên muçe û neftê li Bexdayê ne, îro li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.
Piştî hevdîtina her du aliyan, daxuyaniyek hate dayîn û têde hate gotin, her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikirbûn.
Hêjayî gotinê ye şeva borî û îro jî hevdîtinên şanda herêmê li gel aliyên Iraqê berdewam dikin.