Li ser civîna YNK'ê û Goran daxuyaniyek hevpar hate belav kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315358-li_ser_civîna_ynk'ê_û_goran_daxuyaniyek_hevpar_hate_belav_kirin
Piştî ku Goran û YNK civiyan, daxuyaniyek hevpar hate belavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de behsa rewşa siyasî a herêmê hatiye kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2020 14:30 Asia/Tehran
  • Li ser civîna YNK'ê û Goran daxuyaniyek hevpar hate belav kirin

Piştî ku Goran û YNK civiyan, daxuyaniyek hevpar hate belavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de behsa rewşa siyasî a herêmê hatiye kirin.

Li gorî rapora HAWAR NEWS'ê, Şandeya Tevgera Goran îro serdana Mekteba Siyasiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) kiribû. Piştî civînê ti daxuyaniyek çapemeniyê nehat dayîn. Lê herdû aliyan li ser armanca civînê daxuyaniyek hevpar belav kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de behsa rewşa siyasî a Herêma Kurdistan, Iraq, astengiyên li ber proseya siyasî û îdareyê hate guftugo kirin. Herwiha hate gotin ku behsa peydakirina mûçe û jiyana welatiyan hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Pêwîstiya navxweyî a Herêmê, bi pêşxisitna peywendiyên navbera herdû aliyan, hemû hêzên siyasî, alîkarî û hemahengiya her sê hêzên sereke heye. Herwiha pêkanîna civînek ya aliyan gelek girîng e.”