Li Hewlêrê 5 kes bi koronayê ketin
Nîsan 28, 2020 10:55 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 5 pêketiyên din ên bi koronayê li Hewlêrê hatine tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, di encama pişkinînan de li Hewlêrê derketiye ku 3 zarokên temen 11,15 û 16 salî, jineke 36 salî û zilamekî 33 salî bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, jin û ew her sê zarok ji malbata wî nexweşê koronayê ne ku li Telar Cîtyê hatibû tomarkirin û zilam jî rûniştvanê şûqeyên Zanyarî ye û başbûyiyê pêketiyê duh e.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 352 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 322 kes baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.