Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê hat dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315176-li_herêma_kurdistanê_qedexeya_hatûçûnê_hat_dirêjkirin
Wezareta Navxwe biryar da qedexeya hatûçûnê heta 1ê Gulanê li seranserê parêzgehên Herêma Kurdistana Iraqê bê dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 04:28 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê hat dirêjkirin

Wezareta Navxwe biryar da qedexeya hatûçûnê heta 1ê Gulanê li seranserê parêzgehên Herêma Kurdistana Iraqê bê dirêjkirin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku biryar bi, “ dirêjkirina ragirtina hatûçûnê li tevahiya parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdareya serbixwe ya Raperîn, Germiyan hemû yekeyên kargêrî, heta 01.05.2020 saet 12ê şevê” hatiye dayîn.

Di daxuyaniyêd e hatiye tekezkirin ku her şofêrê qedexeya hatûçûnê binpê bike, dê rêkarên yasayî li hember bên girtin.

Li gor biryara Wezareta Navxwe, qedexeya hatûçûnê, heta 1ê Gulanê, bi temamî dê ji saet 18.00 ta 00.00 li seranserê Herêma Kurdistanê bê cîbicîkirin.

Herwiha rêpêdana li nav û di navbera parêzgeh û îdareyên serbixwe de, dê li gor sîstema rêpêdana elektronî be ku li malpera Wezareta Navxwe bi navnîşana ‘moi.gov.krd’ hatiye danîn.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye gotin, ti kesek bêyî rizamendiya Wezareta Navxwe rê pê nayê dayîn  vegere Herêma Kurdistanê, eger li derveyî welat bê, di dema vegerê de dê bê kerentînkirin.