Leşkerên Tirkiyê bi otobûsan derbazî Herêma Kurdistanê hatin kirin
Ji deriyê Îbrahîm Xelîl yê di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê de, 9 otobus bi şev derbazî Herêma Kurdistanê bûn. Gumana wê heye ku di otobûsan de leşkerên Tirkiyê hebin k parek ji axa Herêma Kurdistanê dagîr kiriye. Welatiyan li deriyê sînor nerazîbûna xwe anîn ziman.
Duh bi şev 9 otobûsên mezin ji deriyê navnetewî yê Îbrahîm Xelîl ku dibin kontrola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de ye, ketin nava Başûrê Kurdistanê. Otobûs bê ku werin kontrol kirin derbazî nav Herêma Kurdistanê bûn. Gelek welatiyan dijî vê yekê nerazîbûna xwe anîn ziman. Lê asayîşa PDK’ê gef li wan xwar.
Li gorî dîmenên ku di medyaya civakî de derketine, di otobûsan de leşkerên artêşa Tirkiyê hene. Welatiyê ku dîmen kêşayî, dibêje otobus bê ku werin kontrol kirin derbazî nava xaka Herêma Kurdistanê dibin. Tevî metirsiya vîrûsa Koronayê jî, otobûsên ji Tirkiyê dihatin, bê ku testek were kirin, derbazî nava xaka Herêma Kurdistanê dibin. Ev yek bi xwe re nerazîbûna welatiyên herêmê anî.