PDK dê ji bo çareskirina pirsgirêkan li gel YNKê bicive
Civîna Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) ya bi serokatiya Mesûd Barzanî bi dawî hat. Di civînê de biryar hat dayîn, ji bo asayîkirina rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînek bê encam dan.
Li gor nûçeya Rûdawê, Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, di civînê de pêşhatên dawî li ser rewşa navxweyî yên Herêma Kurdistanê, ew pirsgirêkên niha çêbûne û nirxandina hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna vîrusa korona û rêkarên hikûmetê girtine û rewşa Iraq û pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.
Mehmûd Mihemed amaje kir ku PDKê herwiha piştgiriya xwe ji bo Mistefa Kazimî, raspardiyê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê diyar kir û tevî ku dixwaze Kazimî di erka xwe de serkevtî be, daxwaz kir taybetmdiyên Herêma Kurdistanê li ber çav bigire.
Herwiha Mihemed destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan jî ew diyalogê wekî baştirîn çareserî dizanin û di civînê de biryar hat dayîn, ji bo asayîkirina rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê bi taybet rewşa Zînî Wertê li gel YNKê civînek bê encam dan.