Desteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrên Neft û Kehrebê re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315040-desteya_hikûmeta_herêma_kurdistanê_bi_wezîrên_neft_û_kehrebê_re_civiya
Desteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û bi Wezîrên Neft û Kehrebê yên Iraqê re civiya û liser çend pirsên girêdayî bi neftê û destkeftên darayîyê guftûgo kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Desteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrên Neft û Kehrebê re civiya

Desteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û bi Wezîrên Neft û Kehrebê yên Iraqê re civiya û liser çend pirsên girêdayî bi neftê û destkeftên darayîyê guftûgo kir.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ku endamê wê desteyê ye, li koma nûçegîhanan got ku di yekem civîna digel Wezîrê Neftê û Wezîrê Kehrebê ye, bi giştî li ser dosyên neft û kehrebê guftûgo hat kirin û ew hewl didin girîngiyê bidin pêwendiyan.

Wî amajeyî wê çendê jî kir ku yek ji dosyayên ku li Bexdayê wê gotûbêjê liser bikin, dosya destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê ye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa jî berî vîya diyar kiribû, desteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna bi Wezîrê Neftê yê Iraqê re, bi Wezîrê Darayî yê Iraqê Duad Husên re yê bicive.

Desteya Hikûmeta Kurdistanê, ku ji Wezîrê Darayî Awat şêx Cenab, Wezîrê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encumena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encumenê Wezîran pêk hatiye, dê bi berpirsên Iraqî re behsa bûdce û nefta Herêma Kurdistanê û bandorên vîrusa Koronayê li ser aboriyê gotûbêjê bike.