Êrişa hewayî ya Tirkiyê ser meqerên PKK li Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314924-Êrişa_hewayî_ya_tirkiyê_ser_meqerên_pkk_li_herêma_kurdistanê
Balefirên cengê yên artêşa Tirk, meqerên PKK li devera Zînî Wertê li bakurê Hewlêrê ku nêzîkî meqerên Pêşmerge yên YNK û PDK ne, bi tundî bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 15, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ya Tirkiyê ser meqerên PKK li Herêma Kurdistanê

Balefirên cengê yên artêşa Tirk, meqerên PKK li devera Zînî Wertê li bakurê Hewlêrê ku nêzîkî meqerên Pêşmerge yên YNK û PDK ne, bi tundî bombebaran kirin.

 Li gorî rapora malpera Xelkê, siet 11 şeva derbasbûyî, du balefirên cengê yên artêaş Tirkiyê devera  Zînî Wertê li 110 km bakurê Hewlêrê û nêzîkî navça Serkepkanê bi tundî bombebaran kirine. 

Li gor vê nûçeyê,çend sietan piştî vê êrişê  jî balefirên sîxoriyê yên Tirkiyê ser esmanê çiyayê Qendîlê, nabça Zînî Wertê û Balekaytiyê dest bi gereçavdêriyan kirine. 

 Hêjayî gotinê ye Hêzên Pêşmerge yên ser bi YNK û partiyê jî tev hêzên PKK xwediyê meqerên cuda li vê deverê ne û li Zînî Wertê bi cih bûne. 

Li ser devera Zînî Wertê li nêzîkî çiyayê Qendîlê di navbera PDK,PKK û YNK da nakokî hene. Di  heftiyên derbasbûyî de hin nakokî di navbera hêzên PDK û YNK li vê deverê derketine û herîdawîyê her du aliyan li bara avakirina meqereka hevpar ku cihê damezraîna hêzên her du partiyan be, li hev kiribûn . Ev hevhatina di navbera YNK û PDK de bû sedema nerazîbûna PKK ku hêzên wê pêştir li wir  bi cih bibûn.