Peyama serokwezzîrê Herêma Kurdistanê bi bone ya 32-mîn salvegera cînosayida Enfal
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314880-peyama_serokwezzîrê_herêma_kurdistanê_bi_bone_ya_32_mîn_salvegera_cînosayida_enfal
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera despêbûna Enfalê peyamek belav kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2020 03:47 Asia/Tehran
  • Peyama serokwezzîrê Herêma Kurdistanê bi bone ya 32-mîn salvegera cînosayida Enfal

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera despêbûna Enfalê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di vê peyamê de ragihand: Îro 32 sal bi ser mezintirîn şalawa cînosayidkirina gelê Kurdistanê derabaz dibe ku pişkek bû ji zincîre şalawên cînosayidkirinê û armanca wê jî nehêştan û jinavbirina nasnama gelê kurd û Kurdistanê bû.

Barzanî herwwiha diyar kiriye: Bîranîna wan tawanên mezin ku li beranber xelkê Kurdistanê û li ber çavên  cîhanê hatin encamdan û bi hezaran kesên bê tawan têde bûne qurbanî, nabe tenê bîranîneka asayî ya azarên me bibe, lê divê bi hemû şêweyan hewla jinavbirina wê hizra şovînî û regezperistîyê were dan, ewa li pişt encamdana tawan û cînosayîda wê Enfalê ye ku piranîya deverên Kurdistanê girtiye ber xwe û birîneka kûr e di cism û hişê gelê Kurdistanê de û qet nayê ji bîrkirin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê di demkê de ku dirêjîyê dide hewlên xwe bo bi navdewletîkirina kêysa Enfalan û nasandina wê bi cînosayidê, berdewam jî li xema baştirkirina jîyan û guzeranên malbatên şehîdan û kesûkarên qurbanîyên şalawên cînosayida Enfalê ye, ku pêwîst e dewleta Îraqê berpirsîyariya destûrî û sincî ya xwe li qerebûkirina van tawanên mezin  bixe di stûyê xwe de û diltenahîyê bide ji dûbarenebûna wan di pêşerojê de.