Ji ber Koronayê lidarxistina merasimên Enfalê li Herêma Kurdistanê hat îbtalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314871-ji_ber_koronayê_lidarxistina_merasimên_enfalê_li_herêma_kurdistanê_hat_îbtalkirin
Wezîrê Çand û Xortan ê Herêma Kurdistanê ragehand ku ji ber xetera belavbûna vîrûsa Koronayê û qedexetiya hatûçûyîn û kombûnan li Herêmê, tu merasimek bi boneya salvegera jînosayda Enfalê û bîranîna goriyên wê nayê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2020 13:17 Asia/Tehran
  • Ji ber Koronayê lidarxistina merasimên Enfalê li Herêma Kurdistanê hat îbtalkirin

Wezîrê Çand û Xortan ê Herêma Kurdistanê ragehand ku ji ber xetera belavbûna vîrûsa Koronayê û qedexetiya hatûçûyîn û kombûnan li Herêmê, tu merasimek bi boneya salvegera jînosayda Enfalê û bîranîna goriyên wê nayê lidarxistin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Qeyrana ku bi belavbûna vîrûsa Koronayê li Herêmê pêk hatiye û bûye sedema kivşkirina qayîde û qirarên giran ên Qerentîna giştî û Qedxetiya Hatûçûyînê,  her wiha bûye sedem lidarxistina merasimên neteweyî û giring ên li Herêmê  ji wan lidarxistina merasima bîranîna goriyên bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê û merasimên newrozê îbtal bibin û niha jî Muhemed Muhemed seîd Wezîrê Çand û Xortan ê Herêma Kurdistanê bi peyamekê ragehand ku  ji ber rewşa Koronayê tu merasimek bi boneya salvegera 32'an a jînosayda Enfalê li Herêmê nayê lidarxistin.