Hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihêşt 236 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314655-hejmara_tûşbûyiyên_koronayê_li_herêma_kurdistanê_gihêşt_236_kesî
Bi naskirina sê haletên nû yên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, hejmara tûşbûyiyan li Herêma Kurdistanê gihîşte 236 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2020 11:41 Asia/Tehran
  • Hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihêşt 236 kesî

Bi naskirina sê haletên nû yên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, hejmara tûşbûyiyan li Herêma Kurdistanê gihîşte 236 kesî.

Wezareta Tendrsutiyê ya Herêma Kurdistanê li bara peydakirina sê haletên nû yên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li navça Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê agahî da û ragihand ku kesên tûşbûyî yên nû sê jinên 20, 24 û 28 salî ne û ji ber nêzîkbûna bi kesên tûşbûyî li vê navçê ew jî  bi vê nexweşiyê ketine. 

 Di hemen demê de dayira tendrsutiya parzêgeha Dihokê ragihand ku nexweşekî Koronayê li Dohokê baş bûye û hejmara kesên başbûyî li Herêmê gihêştiye 87 kesî. 

Heta niha 236 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine ku ji vê hejmarê 3 kesan canê xwe ji dest dane û wezîrê Tendrsutiyê ragahndiye ku halê kesekî pir xirab e. 

Parêzgeha Silêmaniyê bi 115 haletên tûşbûyiyên vîrûsa Koronayê hejmara herî zêde ya tûşbûyiyan li Herêmê heye ku ji vê hejmarê 62 kes baş bûne. 

 Hevgavê zêdebûna hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê, tevdîrên hikûmetê jibo têkoşîna dijî belavbûna vê vîrûsê û sepandina Qerentîneya gelemperî zêde bûne.

Hikûmeta Herêmê bi ragihandina vê yekê ku berçavnegirtina rêzikên qedexetiya hatûçûn û Qerentîneyê ji aliyê welatiyan va, hokara belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê bûye, rêzikên qedexetiya hatûçûnê li bajaran girantir kirin û hêzên polîs û ewlehiyê rê li ber her cûre hatûçûnê li nav bajarên Herêmê digirin.

 Rayedarên hikûmeta Herêmê ragihandine ku  dê bi tundî û micidî  li hember lidarxistina her cure civîn an merasimên sersaxiyê rawestin.