Tevdîrên dijwar li Herêma Kurdistanê jibo têkoşîna dijî Koronayê cih hatin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314646-tevdîrên_dijwar_li_herêma_kurdistanê_jibo_têkoşîna_dijî_koronayê_cih_hatin
Li pey zêdebûna hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê, tevdîrên hikûmetê jibo têkoşîna dijî belavbûna vê vîrûsê û sepandina Qerentîneya gelemperî zêde bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2020 03:43 Asia/Tehran
  • Tevdîrên dijwar li Herêma Kurdistanê jibo têkoşîna dijî Koronayê cih hatin

Li pey zêdebûna hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê, tevdîrên hikûmetê jibo têkoşîna dijî belavbûna vê vîrûsê û sepandina Qerentîneya gelemperî zêde bûne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê medyayên Herêma Kurdistanê, roja Yekşemiyê bi naskirina babetên nû yên tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê, hejmara tûşbûyiyan gihîşte 233 kesan û hikûmeta Herêmê bi ragihandina vê yekê ku berçavnegirtina rêzikên qedexetiya hatûçûn û Qerentîneyê ji aliyê welatiyan va, hokara belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê bûye rêzikên qedexetiya hatûçûnê li bajaran girantir kirin û hêzên polîs û ewlehiyê rê li ber her cûre hatûçûnê li nav bajarên Herêmê digirin.

Rayedarên hikûmeta Herêmê li ser vê esasê û tevî amajeya bi vêya ku beşdariya welatiyan di merasimên  sersaxiyê, hokara belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayêû zêdebûna tûşbûyiyan bûye û ji ber beşdariya xxelkê di merasimeke sersaxî û şîngêriyê heta niha 32 kes li taxeke bajarê Hewlêrê bi Vîrûsa Koronayê ketine, destnîşan kiriye ku lidarxistina her cûre kombûn û merasima sersaxiyê dê tûşî rûbirûbûna tund digel polîsû hêzên elwehiyê were.