Kesekî din li Silêmaniyê ji ber Koronayê canê xwe jidest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314618-kesekî_din_li_silêmaniyê_ji_ber_koronayê_canê_xwe_jidest_da
Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand, îro kesekî din ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 05, 2020 06:32 Asia/Tehran
  • Kesekî din li Silêmaniyê ji ber Koronayê canê xwe jidest da

Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê ragihand, îro kesekî din ji ber vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê Sebah Hewramî di konferanseke rojnamevanî de, mirina kesekî din bi vîrusa Korona li sînorê parêzgeha Silêmaniyê piştrast kir.

Wî herwiha got, piştî mirina wî kesî, ji encamên pişknîna bijîşkî diyar bû ku ew kes bi vîrusa Koronayê ketibû.

Bi vê yekê, kesên li Herêma Kurdistanê bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest didin, bû 3 kes.