Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdstanê welatî hişyar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314522-wezîrê_tenduristiyê_yê_herêma_kurdstanê_welatî_hişyar_kirin
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê radigihîne, 139 kes ji ber pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê, bi vîrusa Korona ketine, ev nîşaneke metirsîdar e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2020 12:42 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdstanê welatî hişyar kirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê radigihîne, 139 kes ji ber pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê, bi vîrusa Korona ketine, ev nîşaneke metirsîdar e.

 

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyanyekê de dibêje: Sedema pêketina 139 kesan ku rêjeya ji sedî 79 ji koma hemû pêketiyan e, ji ber pabendnebûna wan bi rênimayên tenduristiyê û vegirtina ji hevdu ne.

Dr. Saman Berzencî got jî: Ev hejmar nîşaneke metirsîdar e, tika ye hemû welatî agahdar bin û ji malê dernekevin û bi kesên din re têkel nebin, ji bo karesata belavbûna Korona rû nede.

Ev di demekê de ye, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara pêketina bi vîrusa Korona gihîştiye 176 kesan, jê 2 kesan canê xwe jidest dane û 61 kes jî bi temamî baş bûne.