6 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa Koronayê ketin
Nîsan 01, 2020 12:15 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 6 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Di dewama wê daxuyaniyê de hatiye, ji wan pêketiyan (2 jin û 2 mêr) ji pêketiyên berê yên komelgeha Mela Omer vegirtine.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye dayîn, 2 pêketiyên din jî jin û mêrekî ne, ku yek ji wan ji Brîtanyayê vegeriyabû û piştî bangewaziya Wezareta Tenduristiyê, wî pêwendî kiribû û pişknîn jê re hat kirin.