Amerîka sîstema Patriotê li Hewlêrê bicih dike
Li gorî daxuyaniyên berpirsên Amerîka û Iraqê, Pentagonê sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot veguhestiye bo Herêma Kurdistan û Iraqê.
Berpirsekî serbazî yê Amerîkayê û çavkaniyeke serbazî ya Iraqê, ji ajansên navdewletî re ragihandine ku heftiya derbasbûyî Pentagonê sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot veguhestiye binegha serbazî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê.
Wî berpirsê serbazî yê Amerîkayê gotiye, sîstemeke din a Patriot ji bo paytexta Herêma Kurdistana Iraqê, bajarê Hewlêrê hatiye veguhestin.
Li gorî gotina wî berpirsê Amerîkî, 2 sîstemîn din ên Patriotê jî li Kuwêtê ne, ku di plana Pentagonê de ye wan jî vediguheze Iraqê.
Heman çavkanî dibêje, pêştir berpirsên Iraqî nerazî bûne, lê di meha Sibatê de, hejmareke berpirsên Iraqî li gel Fermandeyê Fermandehiya Navendî ya Artêşa Amerîkayê, Kenneth McKenzie civiyabûn û di civînê de pêşniyar kirine ku dema Amerîka dixwaze sîstema Patriot li Iraqê damezrîne, bila hejmara hêzên xwe kêm bike.
Amerîka jî di çend rojên derbasbûyî de hêzên xwe ji hinek bingehên serbazî vekişandin.