Hewlêr: Neşandina bûdcê ji aliyê Bexdayê hegera paşdeketina dayîna mûça kedkaran e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314451-hewlêr_neşandina_bûdcê_ji_aliyê_bexdayê_hegera_paşdeketina_dayîna_mûça_kedkaran_e
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê raghand ku ji ber nedayîna bûdca têkildarî miaşa kedkaran û mûçexorên herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê, dayîna vê mûçê paşde ketiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2020 13:53 Asia/Tehran
  •  Hewlêr:  Neşandina bûdcê ji aliyê Bexdayê hegera paşdeketina dayîna mûça kedkaran e

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê raghand ku ji ber nedayîna bûdca têkildarî miaşa kedkaran û mûçexorên herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê, dayîna vê mûçê paşde ketiye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, û ji zarê malpera nûçana  Xendanê, Cotyar Adil berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê li daxûyaniyeka fermî de ragahnd ku belavbûna  vîrûsa koronayê piraniya welatên cîhanê rastî rewşa dijwar a aborî û tendrsutiyê kiriye û Herêma Kurdistanê jî ji vê rewşa nexwestî dûr nemaye û hikûmetê hemî hêza xwe bona rawestana li ber vê nexweşiyê bi kar aniye û hemî welatiyan jî xatircem dike ku parastina can û dabînkirina miaşa wan ewlewiyeta erkên dewletê ye. 

Wî li bara dayîna mûşa kedkar û mûşexorên Herêam kurdistanê jî teqez kir ku heta niha kedkarên wezaretxanên Pêşmerge, Tendrsutî, aborî û karûbarên navxwe,  miaşa xwe wergirtine û bûdca miaşa van beşana bi derhatên navxwe yên herêmê hatien dayîn û dewlet bo dayîna mafên kedkarên din li benda wergirtina bûdcê ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ye û demlidest piştî wergirtina vê bûdcê miaşa hemî kedkar û mişagiran bi parastina  meselên tendrustiyê dê bide. 

Cotyar Adil her wiha bal kişand  ser dewama hewldanên hikûmeta Herêam Kurdistanê bon arawestana li ber koronayê û kêmkirina bandorên wê ser aboriya herêmê û ji sebr û tamula welatiyan li vê rewşê sipasî kir û got: divê yeko yekê civakê bona derbasbûna ji xetera vê nexweşiyê hevkariyê bikin. 

 Wî her wiha got: Hemî alî divê rewşa heyî bi rastbînî şirove bikin û ew rewşa nebe  sedema  îstifadeyên siyasî û ev gefa bi tenê li dijî dewlet an tevgerekê nîne û hemî bi hev re di ber xetera vê nexweşyê ûş dûhatên wê yên neyînî ne û bi hev re dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.