Alîyên Kurd daxwazên xwe raberî Ednan Zurfî kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314441-alîyên_kurd_daxwazên_xwe_raberî_ednan_zurfî_kirin
Partî û alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê jibo ku deng bidin kabîna Ednan Zurfî raspardîyê pêkanîna kabîna nû ya Iraqê, çend daxwaz hene ku di gotûbêjan de raberî wî dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Alîyên Kurd daxwazên xwe raberî Ednan Zurfî kirin

Partî û alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê jibo ku deng bidin kabîna Ednan Zurfî raspardîyê pêkanîna kabîna nû ya Iraqê, çend daxwaz hene ku di gotûbêjan de raberî wî dikin.

Ligorî gotina çavkanîyekî haydar ê Kurd li şarê Bexdayê ku ji Malpera Shar Press’ê re axivîye, daxwazên Kurdan têkildarî çareserkirina kêşeyên çareneserkirî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne ku divê Ednan Zurfî razî be wan çareser bike.

Ligorî gotina wî çavkanîyî, yek ji daxwazîyên Kurdan, hêwirkirin û asayîkirina rewşa Kerkûkê û deverên kêşeliser e taybetî jî mijara vegera hêzên Pêşmerge bo wan navçana.

Ew çavkanîya dibêje ku miaş û bûceya Herêma Kurdistanê jî yek ji daxwazên din ên Kurdan e ku biryar e ji Edan Zurî bê xwestinê.

Çend roj in ku mêdya basa wê dikin ku Ednan Zurfî raspardîyê pêkanîna kabîna nû ya Iraqê dil heye di çarçova gotûbêjên pêkanîna kabîna n ya Iraqê de seredana Herêma Kurdistanê bike û digel rayedarên wê Herêmê bicive.