Herêma Kurdistanê: 8 kesên din tûşî Koronayê bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314439-herêma_kurdistanê_8_kesên_din_tûşî_koronayê_bûn
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, ku 8 kesên din li Hewlêrê tûşî vîrusa koronaya (COVID-19) bûne ku 3 kes ji wan ji Fransayê vegeriyane. Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê jî dibêje, tûşbûyekî din li Hewlêrê baş bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 30, 2020 10:34 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê: 8 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, ku 8 kesên din li Hewlêrê tûşî vîrusa koronaya (COVID-19) bûne ku 3 kes ji wan ji Fransayê vegeriyane. Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê jî dibêje, tûşbûyekî din li Hewlêrê baş bûye.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro amareke nû ya tûşbûyên Koronayê belav kir û diyar kir ku li parêzgeha Hewlêrê 8 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine.

Wezareta Tendirustiyê dibêje: “Pênc ji tûşbûyan ku zilamek, jinek û sê zarok in, hemûyan kesûkar û berketiyên tûşbûyê duh ê li nahiya Xelîfanê ne.”

Li gor daxuyaniyê, “3 tûşbûyên din zilam in ku xelkê bajarê Duhokê ne û heta niha li bajarê Hewlêrê di kerentînê de ne û ji welatê Fransayê vegeriyane.”

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand, “nexweşekî din ê tûşbûyê vîrusa Koronayê piştî wergirtina çareseriyên pizîşkî bi tevahî baş bûye û rewşa tendirustiya wî bi temamî baş e û pişkinînên taybet jê re hatine kirin, ku encam negatîv bûne.”

Herwiha 6 kes jî heta niha li Hewlêrê baş bûne û ji nexweşiya vîrusa Koronayê rizgar bûne.

Herwiha bi wan tûşbûyên nû, hejmara tûşbûyan li Herêma Kurdistanê gihêşte150 kesan û hejmara kesên ku baş bûne jî gihîşte 57 kesan.

Rayedarênn Tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê dibêjin:  Ji destpêkê ve heta niha tenê 2 kes ji tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê mirine.