14 kesên din li Parîzgeha Silêmanîyê tûşî Vîrûsa Koronayê bûn
Adar 30, 2020 05:09 Asia/Tehran
Wezaretî Tendirustîya Herêma Kurdistana Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir li parêzgeha Silêmaniyê 14 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin.
Di daxuyaniyê Wezaretî Tendirustîya Herêma Kurdistanê de hatiye ragihandin di berdewamîya pişkinîn û geriyanê li dû gumanlêkirîyan, 14 tûşbûyên vîrûsa Koronaya Nû (KOVID-19) li bajarê Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku 8 jin û şeş mêr in.
5 kes ji tûşbûyan ji nav bajarên Silêmanîyê, Pênciwîn, Sagêz û Sîtek ku berê wan geşt kirine.
7 kes ji tûşbûyan ji Derbendîxanê ne berkevtîyên tûşbûyên berê ne.
2 kes ji tûşbûyên nû ji bajarê Silêmanîyê ne ku geşt ne kirine.