Li Herêma Kurdistanê xwenîşandek dijî gendelîyê hat lidarxistin
Sibat 23, 2020 13:13 Asia/Tehran
Bi hezaran kes ji gelê Herêma Kurdistanê îro xwenîşandanek bi nîşana nerazîbûna himberî gendelîyê lidar xistin.
Nerazî û xwenîşanderan nerazîbûna xwe himberî berfirebûna gendelîyê û nebûna xizmet û derfetên karkirinê nîşan dan.
Li şarê Silêmanîyê welatî li navenda bajêr dest bi xwenîşandanê kir û bi durişman nerazîbûna xwe himberî gendelî û rewşa xirab a li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Ligorî rapora NY, sedî 36`ê nifûsa Herêma Kurdistanê bi derhateke heyvane ya kêmtir ji 400 dolarî dijî.
Ev xwenîşandana di halekî da ye ku li hin parêzgehên Iraqê jî di mehên vê dawîyê de xwenîşandanên dijî gendelî û nebûna xizmerguzarîyên giştî û derfetên karkirinê tên lidarxistin.