Agahîyên hûr derbarê gotûbêja desteya Herêma Kurdistanê digel Ellawî de
Gotûbêjên desteya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê hîç encamek tinebûne û Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê jî agahîyên derbarê wan gotûbêjan de aşkira kir.
Desteya Herêma Kurdistanê duh danê êvarê careka din digel Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê civîya û di wê civînê de mijarên kivşkirina Wezîran û kirêdîyên ji bûcê bo Herêma Kurdistanê û rêkevtinameyên berê hatin hilkolandinê.
Cemal Koçer Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê jî amajeyî vê yekê kir ku Ellawî ji wan re gotîye ku ew xwe Wezêran hildibijêre û bi hîç awayekî qebûl nake hîç kes û alîyek di vê mijarê de destwerdanê bike.
Cemal Koçer herwiha got ku me ji Ellawî re got ku nabe ew weke parêzgehekê serederîyê digel Herêma Kurdistanê bike çinku Herêma Kurdistanê herêmeke qanûnî ye Parlimanter li Parlimana Iraqê hene û partîyên wê hene, wî jî got ku divê serederîya herêmekê digel Herêma Kurdistanê bike.
Wî herwiha aşkira kir: Me wek desteya Herêma Kurdistanê basa kesî nekirîye ku wek Wezîr di kabîna Ellawî de were kivşkirinê belkî me berevanî û pêgirî ser cîgeha Herêma Kurdistanê û kirêdîyên ji bûcê, diravê cotkar û Pêşmergeyan kirîye ne ku Wezaret li ber kî bikevin û li ber kî nekevin.
Cemal Koçer Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê di dawîya daxûyanîya xwe da got ku biryar e ew digel Emmar Hekîm jî bicivin, heke civîna digel wî jî encamek tinebe, renge bizvirin Herêma Kurdistanê û helwesta teqil û dawîyê derbarê kabîna Ellawî de ragihînin.