Serkonsolê Îranê li Silêmanîyê bijartina Hevserokên YNK li wan pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313360-serkonsolê_Îranê_li_silêmanîyê_bijartina_hevserokên_ynk_li_wan_pîroz_kir
Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê di peyama pîrozbahîyê jibo Hevserokên YNK de hêvî kir kupeywendîyên Îranê ûHerêma Kurdistanê nemaze digel YNK zêdetir ji ber bên xurtkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 14:02 Asia/Tehran
  • Serkonsolê Îranê li Silêmanîyê bijartina Hevserokên YNK li wan pîroz kir

Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê di peyama pîrozbahîyê jibo Hevserokên YNK de hêvî kir kupeywendîyên Îranê ûHerêma Kurdistanê nemaze digel YNK zêdetir ji ber bên xurtkirinê.

Lahûr Şêx Cengî û Bafil Talebanî duh di civîna Civata Rêvebirîya YNK de wek Hevserokên vê partîyê hatin bijartinê.

Mêdî Şûşterî Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê jî di peyamên cida de ew bijartina li wan pîroz kir.

Serkonsolê Îranê di peyamên hanê de tevî hêvîya serketin û serbilindîyê jibo Lahûr Şêx Cengî û Pavil Talebanî di posta nû de kir, hêvî kir: Di dewra erkdarîya wan de YNK geş bibe.

Mêdî Şûşterî di dewama wan peyaman de got: Peywendîyên Komara Islamî ya Îranê digel YNK û Herêma Kurdistanê di warên curbicur di dewra rehmetîyê Mam Celal de qahîm û kokvedayî bûn û min bawerîyeke tam heye ku ew peywendî yê di dewra nû de jî di çarçova berjewendîyên hevpar de zêdetir ji berê dê bên xurtkirinê.

Nesrullah Reşnûdî Serkonsolê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê jî di payemeke fermî de tevî ku ew hilbijartina li Hevserokên YNK pîroz kir, hêvî kir ku peywendîyên YNK û Îranê zêdetir bên berfirekirin û xurtkirinê.