Balafirên cengê yên Tirkîyê malên xelkê li Herêma Kurdistanê kirin armanc
Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê di encama êrişa ser gundên bintara çîyayê Qendîlê li Herêma Kurdistanê de, malên xelkê li gundekî kirin armanc.
Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê şeva buhurî gundê Îndizê li devera Pişderê ser bi Sengeserê li parêzgeha Silêmanîyê nêzîkî sînorê Îranê dan ber bombeyan.
Di encama wê êrişê de malên xelkê bûne armanc û xisarên giran li malekî ketin û avahîyê derdorê jî tûşî zîyanê bûne.
Gundîyên Îndizê ji ber dewama êrişan terka gund dane lewma tu kes nehat kuştinê yan birîndar nebû. Lê zîyaneke giran li rez û zevîyên xelkê gund ketine.
Hevgavê wê bombebaranê balafirên sîxorîyê yên Tirkîyê jî li esmanê deverê gerrîyan.
Artêşa Tirkîyê her roj bi heceta hebûna hêzên PKK deverên xelknişîn ên Herêma Kurdistanê dide ber top û bombeyan ku di encamê de heta nika bi dehan welatîyan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne û bi sedan gund jî ji ber têkçûna binesazîyên pêwîst hatine valakirinê.
Dewleta Tirkîyê di van salên dawîyê de herwiha hejmareke zêde ya baregehên istixbarat û leşkerî li Herêma Kurdistanê ava kirine û 30 kîlomêtean ketîye axa Herêma Kurdistanê û opêrasyonên leşkerî yên berfire li wir lidar dixe.