Pêgirîya Mesûd Barzanî ser dîyarkirina çarenivîsa Kurdên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313344-pêgirîya_mesûd_barzanî_ser_dîyarkirina_çarenivîsa_kurdên_sûriyê
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Wekîlê Taybet ê Amerîkayê bo Karên Sûriyê James Jeffrey civîyan û Barzanî di wê hevdîtinê de pêgirî ser wê yekê kir ku nabe çarenivîsa Kurdan li Sûriyê nediyar bimîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 06:02 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Mesûd Barzanî ser dîyarkirina çarenivîsa Kurdên Sûriyê

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Wekîlê Taybet ê Amerîkayê bo Karên Sûriyê James Jeffrey civîyan û Barzanî di wê hevdîtinê de pêgirî ser wê yekê kir ku nabe çarenivîsa Kurdan li Sûriyê nediyar bimîne.

Serokê PDK Mesûd Barzanî şeva buhurî pêwazî li Wekîlê Taybet ê Amerîkayê bo Karên Sûriyê James Jeffrey û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokê PDK, di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û pêngavên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna rêxistina DAIŞê hatin nirxandin.

Her du alîyan di beşeke din a civînê de li ser rewşa Sûriyê û hevkêşeyên meydanî yên dawî li wî welatî û di derbarê rola aliyên Kurd li pêşhatên Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokê PDK Mesûd Barzanî di civîna digel Jêyms Cêfrî de pêgirî ser wê yekê kir ku pêwîst e di her rewşek de rê neyê danî ku Kurd li Sûriye tûşî keşê û çarenivîsa nediyar bibin û nabe bi ti awayekî guhertina demografîyê li Kurdistana Sûrîyê rû bide.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de mijareke din a civînê bû û hemahengî û karê hevbeş ê herdu aliyan ji bo şerê dijî terorê bilind hat nirxandin û her du alîyan pêgirî ser berfirehkirina hemahengiya dualî ya di warên cida de kirin.

Wekîlê Taybet ê Amerîkayê bo Karên Sûriyê James Jeffrey şeva buhurî bi Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re jî civîya.