PDK helwesta xwe têkildarî Hevserokên YNKê aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313339-pdk_helwesta_xwe_têkildarî_hevserokên_ynkê_aşkira_kir
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, YNKê çi biryarê bide û kî bike serok an hevserokên xwe, em pîrozbahiyê lê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 04:34 Asia/Tehran
  • PDK helwesta xwe têkildarî Hevserokên YNKê aşkira kir

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, YNKê çi biryarê bide û kî bike serok an hevserokên xwe, em pîrozbahiyê lê dikin.

Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDK derbarê hilbijartina Lahûr Şêx Cengî û Bafel Talebanî wek Hevserokên YNKê de ragihand, ''YNKê çi biryarê bide û kî bike serok an hevserokên xwe, em pîrozbahiyê lê dikin. Hêvîdar in serkirdatiya nû ya YNKê rêkeftinên me yên bi rihmetî Mam Celal re cih bîne.''

Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) duh Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê hilbijartin.

Fazil Mîranî derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de jî ragihand, îro desteyeke partiyên Kurdistanî çû Bexdayê û dê bi aliyê Sune û Şîe re bicive.

Fazil Mîranî herwiha got: ''Em wek PDK çend wezîr para me be, behsa wê nakin, em wek Kurd û wek Kurdistanî û wek PDKê hewl didin bi yek helwestê bin û em hemû bi hev re bin û ti deriz nekeve nav alîyên Kurd.''