DAIŞ`êrişî gundekî Kerkûkê kir; kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313338-daiŞ_êrişî_gundekî_kerkûkê_kir_kuştî_û_birîndar_hene
Li Gundê Çexmaxe yê Dubizê şer di navbera DAIŞê û xelkê gund de derket û di encamê de 4 kesan ji xelkê canê xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 04:22 Asia/Tehran
  • DAIŞ`êrişî gundekî Kerkûkê kir; kuştî û birîndar hene

Li Gundê Çexmaxe yê Dubizê şer di navbera DAIŞê û xelkê gund de derket û di encamê de 4 kesan ji xelkê canê xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

DAIŞê êrîşî gundê Çexmaxe li sînorê navçeya Dubiz a Kerkûkê kir û di encamê de şer û pevçûn di navbera xelkê gund û çekdarên DAIŞê de derket.

Di encama şer de 4 kesan ji xelkê gund canê xwe ji dest dan 3 kes jî birîndar bûne.

Ligorî gotina gundîyên Çexmaxe, çekdarên DAIŞê çûne di nava gund de, hejmareke xort dane ber gulleyan.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hela jî hin bermayîyên wê li deverên curbicur hene ku bi awayekî perrate êrişî xelkê dikin.