Hêtimala guhartina biryara sîstema hevserokiyê di nav konseya rêberiya YNK da
Endamekî Konseya rêberiya partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê ragihand ku civînên vê serokatiyê dîsa destpê bûne û hêtimala guhartina biryara sîstema hevserokiyê di nav konseya rêberiya YNK da heye.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Mustefa Çavreş berpirsê berwext ê civînên konseya rêberiya partiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Rudaw`ê ragihand ku Kusret Resûl Elî serokê Konseya Bilind a siyasî û xêr û qazancên YNK piştî sefera xwe ya sê rojî bo Urdinê ziviriye Silêymaniyê û civînên vê Konseyê dê berdewam bin.
Mustefa Çavreş bal kişande ser viya ku piştî zivirîna Kusret Resûl hinek ji endamên Konseya Rêberiya YNK`ê li bara destpêbûna ducarî ya civînan bi wî ra civiyan û îro Sêşemê dê li bara çawaniya pejirîna rêziknameya vê partiyê gotûbêj bê kirin.
Konseya Rêberiya YNK`ê piştî kongireya çaran a xwe, civînin li ser pejirandina rêziknameya vî partî û biryarên li ser çawaniya sîstema îdarekirina vî partî danîn û hinek ji xalên rêziknameya YNK`ê xîncî îxtiyarên Konseya rêberiyê û qazancên vî partî û sîstema rêberiya YNK`ê pejirandin û navê Lahûr Şêx Cengî û Bavil Talibanî wekî hevserokên YNK hate hilêxistin.
Kusret Resûl jî li nameyek ji bo vê Konseyê biryarên wiha ji bo YNK`ê bi xeter daye zanîn û civînên Konseya Rêberiyê taloq kir.