DAIŞê du gencên Kurd azad kirin
Sibat 18, 2020 11:33 Asia/Tehran
Çekdarên DAIŞê di berdêla 80 hezar dolaran de 2 gencên Kurd ên berî şeş mehan revandibûn azad kirin.
Rêvebirê Ewlehiya Kifrê Osman Mihemed diyar kir ku çekdarên DAIŞê du gencên ku pêştir revandibû azad kirin.
Çekdarên DAIŞê berî 6 mehan kesek ji bajarokê Rizgariyê ser bi Germiyanê ve û kesekî xelkê Kifrê revandibûn.
Osman Mihemed got: “Çekdarên DAIŞê du gengên Kurd ên berî şeş mehan revandî her yek di berdêla 40 hezar dolaran azad kirin.”
Çekdarên DAIŞê Yekşemê ragihandibûn ku ew dê 2 kesan revandî, radestî malbata wan bikin.