Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313312-serokê_herêma_kurdistanê_û_nûnerê_taybet_ê_amerîkayê_bo_karûbarên_sûriyê_civîyan
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurd ên Kurdistana Sûrîyê bidomîne û piştgiriya her pêngaveke ji bo rêkevtin û yekxistina wan dike ji bo bidestxistina maf û pêgeyeke baştir bo Kurdan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 18, 2020 08:15 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê civîyan

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurd ên Kurdistana Sûrîyê bidomîne û piştgiriya her pêngaveke ji bo rêkevtin û yekxistina wan dike ji bo bidestxistina maf û pêgeyeke baştir bo Kurdan.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Jêyms Cêfrî di civînê de derbarê dawîn alûgurên Sûrîyê û hewlên navdewletî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û hewldanên ji bo vegerandina aramî û îstiqararê ji bo wî welatî û ragirtina şêrr Sûriyê gotubêj kirin.

Di civînê de tekezî li ser rol, amadeyî û bandora hêzên heremî û navdewletî yên li Sûriyê û pêwîstiya hevkarî û hemanhengiya di navbera hemû aliyan de ji bo dîtina rêçareyeke siyasî ya aştiyane û herwiha ji bo parastina aramî û istiqrarî li navçeyê bi giştî hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Jêyms Cêfrî di beşeke din a civînê de liser dawîn alûgurên Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya wî welatî û helwesta Herêma Kurdistanê ya derbarê vê yekê de axivîn. 

Di dawîya wê daxûyanîyê de hatîye ku di civînê de behsa metirsiya vejîyana têrorîsmê li Iraq û Sûriyê û çawaniya sekinîna himberî wê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.