Mesrûr Barzanî: Dilgiraniyên me û Îranê hevpar in
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina bi Wezîrê karên derve yê Îranê ra got ku Îran û Herêma Kurdistanê cînarên hev in û nîgeraniyên wan hevpar in.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja 16ê Sibatê di kêleka civîna ewlehiyê ya Mûnîxê li Almanyayê hevdîtinek bi Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê ra pêk anî.
Mesrûr Barzanî piştî vê hevdîtinê di gotûbêjeke televêîziyonî da got: Em û Îranê cînarên hev in û me nîgeraniyên hevpar nemaze di warê qewimîna kêşe û nearamiyê li navçeyê hene.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku wan di vê hevdîtinê da destnîşan kirine ku rêz û hurmeta du aliyan li gorî xaklên girîng jibo her du aliyan nemaze jibo gelê Herêma Kurdistanê were parastin.
Wî her wiha got: Divê navbera hemî aliyên navçeyê rêzgirtina dualî hebe.
Mesrûr Barzanî civîn û hevdîtinên xwe li Mûnîxê girîng da zanîn û ragihand ku Amerîkayê jibo hevkarî û hebûna rolê di warê geşatiya beşa enêrjiyê ya Herêma Kurdistanê amadetiya xwe ragihandiye û desteya Herêmê jî di van hevdîtinan da destnîşan kiriye ku divê cîgeha herêmê di warê pêkanîna aramiyê li nav=çeyê û damerzirandina dewleta nû ya Iraqê were berçavgirtin.