Mesûd Barzanî û Helbûsî liser çend babetan lihev kirin
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê û Serokê Hevalbendîya Hêzên Iraqî di civînekê de liser 6 babetan lihev kirin.
Mesûd Barzanî û Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê û Mihemed Helbûsî Serokê Hevalbendîya Hêzên Iraqî ku di eynî demê de Serokê Parlimana vî welatî ye di civînekê de rewşa Iraq û navçê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hilkolandin û liser 6 babetan lihev kirin ku bi vî awayî ne:
1- Karkirina digel hemû hêzên sîyasî di çarçova derbasbûna ji gêreya nika û pişikdarbûna di vegerandina aramî û istiqrarê bo Bexdayê û parêzgehên din ên başûra Iraqê.
2- Pêwîst e ku hikûmeta bê ya Iraqê hemû pêkhateyên Iraqê temsîl bike û ser bingeha şirîkatîya niştîmanî be.
3- Divê bernama Hikûmetê ew be ku amadekarîyan jibo lidarxistina hilbijartina pêşwext wek cihanîna daxwaza xwenîşanderan bike û divê ev yeka bibe karê yekem ê hikûmeta nû.
4- Pêwîst e plana hikûmeta bê zelal be û bi aşkirayî vegerandina mezinatî û serwerîyê bo sazî û dezgehên dewletê, parastina aştîya civakî, kutakirina destwerdana derveyî, ragirtina çekê tenê di destê dewletê da be û nehîştina dîyardeya çekdarên nefermî bigire ber xwe.
5- Domandina hevkarîya digel Hêzên Hevpeymanîya Navnetewî di çarçova alîkarîya bo hêzên iraqî de jibo sekinîna himberî gefên têrorê û serdestbûna hibmerî têrorîstên bermayyî yên DAIŞ`ê.
6- Karkirina di çarçova domandina peywendîyên dualî ser navê hevahengkirina helwestên her du alîyan û şirîkên din.